Ji ber biryarên betalkirina milkdariyê, pîşesaz û veberhênerên bajarê Edra yê Şamê di nava metirsiyan de ne.
Rêveberiya Bajarê Pîşesaziyê yê Edrayê biryarnamek ji zêdetirî 400 veberhênerên li bajêr re şand, di nav de saziyên taybet ên wekî odeyên pîşesazî û bazirganiyê jî hene.
Di biryarnameyê de ji wan hatiye xwestin ku ew destûrên avakirinê bistînin an jî nû bikin.
Di nav 30 rojan de divê dest bi avakirinê bikin, eger ev yek pêk neyê, dê milkdariya wan were betalkirin.
Veberhêner metirsîdar in ku ev yek rê li ber anîna veberhênerên ji bakurê Sûriyê û Tirkiyê veke.
Li Edra rewşa ewlehiyê xirab e û dizî zêde dibe
Her wiha, ji ber diziyên dubare û nebûna jîngeheke ewle ji bo veberhênanê, bazirgan û pîşesaz newêrin gelek pereyan bixin projeyan de.
Li gorî çavkaniyan, dizî gihaştiye heta binesaziyê, wek tora elektrîkê ya bajêr.
Bajarê Pîşesaziyê yê Edra bi qasî hezar û 250 Hektar fireh e û nêzî 600 şîrket li bajêr qeyd bûne û tê payîn ku di nav du salan de dest bi hilberînê bikin.
Li gorî çavkaniyan destûr ji şîrketên ji bakurê Sûriyê û yên ji Tirkiyê ne, hatiye dayîn.
Ji van şîrketan tê xwestin ku tenê ji sedî 5'ê buhayê milkan pêşwext bidin û pereyên mayî di 5 salan de bidin.