Ev 2 sal in li ser hev artêşa Îsraîlê bi dijwarî êrîşî Libnanê dike.
Di nava van her du salan de Hikumeta Libnanê gelek zirar ji ber êrîşên Îsraîlê dîtine.
Serokê Komeleya Şîrketên Libnanî Besem Bewab ziyanên ku ji ber şer derketine eşkere kir.
Besem Bewab diyar kir ku welatê wî ji ber şerê ji sala 2024'an ve û heta roja îro ji 25 heta 26 milyar dolar ziyan dîtiye û wiha got:
"Ji wê, 12 milyar dolar ji bo ji nû ve avakirinê ye û eger êrîş dewam bikin, wê ev dane zêde bibe."
Bewab da xuyakirin ku ew rojane 30 milyon dolar zirarê didin û wiha got:
"Em rojane nêzîkî 30 milyon dolar zirarên nerasterast ên bi aboriya Libnanê ve girêdayî ne, winda dikin.
Li rex vê jî, zirarên rasterast ên ku bandorê li mal, sazî û binesaziyê dikin, didin."
Besem Bewab da zanîn ku desteka sereke a alîkariyê ya penaberan rawestiyaye û eger wiha dewam bike, wê Libnan rûbirûyî karîstekê bibe.
Bewab ji Fona Pereyan a Navneteweyî, Banka Cîhanî û welatan alîkarî xwest da ku welatê wî careke din li ser lingên xwe bisekine.