Lezgin

Rakirina cezayên Amerîkî rewşa dolar li Sûriyê guhert

reset font size increase font size

Bi hilweşîna rêjîma Baas û biryarên rakirina cezayên Amerîkî ji hêla Trump nirxê lîreya Sûrî li hember dolar piştî çend salan ji cezayan bilind dibe.

Ji destpêka şoreşa Sûriyayê di sala 2011`an û vir ve nirxê Lîreya Sûrî gelek guherîn dîtiye, ew jî ji ber xerabûna aboriyê, cezayên navneteweyî û kêmbûna hilberînê nirxê dolar bi awayekî ber bi çav bilind bûye. Lê berî Adara 2011an Lîreya Sûrî di wê demê de li hemberî dolar (47-50) Lîre bû.

Ji sala 2012-2016`an bi kêmbûna hilberîna petrol, zêdebûna zextên aborî û kontrola DAIŞ ê li ser deverên stratîjîk ên Sûriyayê, ev yek bû sedema hilweşîna Lîreya Sûrî û nirxê wê li hember her Dolarekî Amerîkî gihişt(500) lîreyan.

Di navbera sala 2017-2018`an piştî destwerdana leşkerî ya Rûsiyayê, nirxê lîreya Sûrî di navbera (430-500) sabit bû.lê hilweşîna darayî ya Lubnanê di sala 2019`an de bû sedema hilweşîna lîreya Sûrî li hember dolar, ku her dolarek bû ji (900-1000) lîreya Sûrî.

Qanûna Qeyser ji sala 2020-2024`an cezayên giran li ser Sûriyêyê ferz kir û gihişt (15000) lîreyan li hember dolarekî.

Li deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku di destpêkê de ji destê rêjîma Baas derketin, bazar bi taybetî ji ber nebûna aramiya siyasî û aborî bandor bûn ku Bazirgan û xelk neçar kirin di danûstandinên xwe yên rojane de xwe bispêrin dolar.

Piştî hilweşîna rêjîma Baas û avakirina hikûmeta Şamê ya demkî di sala 2025`an de, cezayên Amrîkî ku bi salan berdewam kirin hatin rakirin, bi vî awayî nirxê Lîreyê bilind bû û her dolarek bû bi 8 hezar lîre.

Benka Navendî ya Sûriyeyê destnîşan kir ku nirxê lîreya Sûrî li hember dolar di danûstandinên fermî de 11000 lîre ji bo kirînê û11500 ji bo firoştinê ye.

li gorî aborînasan tê payîn ku di mehên pêş de rêjeya dolar li Sûriyayê ji 8000`an kêmtir nabe.

Medya Xalit / Aya Ehmo

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24