Bihayê bermîla petrola Brent 62 sentan zêde bû û gihîşt 84,39 dolaran, her wiha petrola sivik a Amerîkayê (WTI) jî gihişt 80,95 dolaran.
Sedema sereke ya vê bilindbûnê, rûdana êrişeke nû ya li ser keştiyeke barhilgir a li nêzîkî peravên Umanê ye ku metirsiya li ser veguhastina enerjiyê zêde kiriye.
Li aliyê din, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî daxuyaniyên Donald Trump ên di derbarê rawestandina êrişan de red kirin û ragihand ku ti danûstandineke wan li gel Washingtonê nîne, ev yek bû sedem ku fikarên li ser herêmê kûrtir bibin û bihaya petrolê ya ku doh daketibû, dîsa ber bi jor ve biçe.