Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî), di bin serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan de li navenda giştî bi awayekî awarte dicive.
Di civînê de geşedanên siyasî yên dawî, qanûna çarçoveyî ya di rojevê de, amadekariyên kongreyê û nirxandina bandorên biryarên dawî yên li ser qada siyaseta demokratîk wekî mijarên sereke tên gotûbêjkirin.
Tê payîn ku piştî bi dawîbûna civînê, berdevk an jî serokwekîlên koma partiyê encamnameyê û biryarên hatine girtin bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji raya giştî re eşkere bikin.