Daîreya Mezin a DMME’yê biryara xwe ya li ser serlêdana duyem a Osman Kavala, ku ji sala 2017’an ve girtî ye, li Strasbourgê eşkere kir. Serokê DMME’yê Mattîas Guyomar diyar kir ku ji ber giraniya binpêkirinan divê Tirkiye Kavala bi temamî serbest berde. Dadgehê darizandina Kavala wekî "keyfî" bi nav kir û destnîşan kir ku cezayê hetahetayî yê bêyî mafê berdana bişert, qedexeya îşkenceyê binpê dike. Her wiha ji ber van binpêkirinan, Tirkiye bi dayîna 113 hezar euro tezmînat û lêçûnên dadgehê hat darizandin.
Kavala di sala 2022'yan de di doza Parka Geziyê de bi cezayê hetahetayî yê giran hatibû darizandin û ev biryar di sala 2023'yan de ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû pejirandin.