Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov di bersiva pirsên li ser egera şandina hêzên piralî yan Hevpeymaniya NATO'yê bo Ukraynayê de diyar kir ku her planeke bi vî rengî dê bibe sedema kûrbûna şer. Moskova destnîşan dike ku her hebûna leşkerî ya biyanî li herêmê, wekî binpêkirina xetên sor ên Rûsyayê tê dîtin.
Ji aliyê din ve, Peskov îdiayên Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky yên li ser ragihandina seferberiyeke nû ya leşkerî li Rûsyayê wekî "derewên medyayî" nav kirin. Kremlîn tekez kir ku operasyonên wan ên leşkerî li gorî pîlanê dimeşin û ew ê heta gihîştina armancên xwe yên dawî berdewam bin, ji ber ku niha tu bingehek ji bo danûstandinên aştiyê tune ye.