Çavkaniyê ji Ajansa Nûçeyan a Almanî re diyar kir, ku hêzên Yemenê Kampa Eredî ya leşkerî, xalên çavdêriyê yên parêzvanên peravê û rêzeçiyayên li derdora Bab Mendebê kontrol kirin.
Her wiha Hêzên Yemenê grava Miyon jî bi temamî kontrol kiriye.
Li gorî heman çavkaniyê di operasyonên leşkerî de jimareke mezin ji hêzên Hûsiyan hatine kuştin, lê ti bîlançoyeke tekez eşkere nekir.
Ji aliyekî din ve Desteya Balafirvaniya Sivîl a Erebistana Siûdî îro bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrîşên duh ên li ser Balafirgeha Melik Xalid a Navdewletî de, 3 kes hatin kuştin.
Desteyê diyar kir ku êrîşa yekem tesîsên balafirgehê armanc kirin, lê êrîşa duyem yekser li ser balafirgehekê pêk hat.