Êrîşa hewayî ya Rûsya li ser Ukrayna: 6 kûştî û 9 birîndar

Şerê Rûsya û Ukraynayê tevî banga agirbestê jî berdewam dike. Di êrişa hewayî ya Rûsyayê ya li ser Kîevê de 6 kes hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Ev êrîş rojekê piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump civîna plankirî ya bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn re paşve xist pêk hat.

Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Herêma Kîevê Timur Tkachenko ragihand ku bi kêmanî 6 kes li taxa Dniprovskoye hatine kuştin û 9 jî birîndar bûn.

Li gorî şaredarê Kîevê Vitali Klitschko, herêmên Dniprovskoye û Darnytsky bûne hedefa êrişên dronan, li Pechersky û Desnyansky jî zirar çêbûne.

Wezîra enerjiyê ya Ukraynayê Svetlana Grinchuk jî diyar kir ku êrişeke mezin li ser tesîsên enerjiyê yên welêt  hatiye kirin.

Ev êrîş wekî beşek ji hewldana nû ya Moskowê ji bo seqetkirina sîstema enerjiyê ya welêt berî ku zivistan dest pê bike ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye