Kuba bi dorpêçeke petrolê re rû bi rû ye.
Wezîrê Karên Derve yê Kubayê Bruno Rodriguez li Konferansa Bêçekkirinê ya li Cenevreyê daxuyaniyek da.
Bruno Rodriguez, tundkirina cezayên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên li ser welatê giravê wekî "hewldana afirandina karesateke mirovî" pênase kir.
Her wiha diyar kir ku Washington li hemberî Kubayê rageşiyeke êrîşkar dimeşîne.
Rodriguez destnîşan kir ku DYA di qada enerjiyê de ambargoyeke pratîkî pêk tîne.
Wî angaştên ku dibêjin Kuba ji bo ewlehiya neteweyî ya DYA’ê gefeke neasayî û awarte ye, wekî dûrî aqalan bi nav kir.
Rodriguez da zanîn ku ev nêzîkatî armanc dike ku welat ji aliyê aborî û mirovî ve bixe tengasiyeke mezin.
Serokê DYA’yê Donald Trump di hefteyên dawî de ambargoya ku ji sala 1962’an û vir ve dewam dike, hîn tundtir kiriye û zextê li welatên din dike ku petrolê ji Kubayê re neşînin.
'DYA rasterast gelê Kubayê dike armanc'
Rêveberiya Kubayê jî dibêje ku ev gav rasterast gelê giravê dikin armanc û li dijî hiqûqa navneteweyî ne.
Di 13’ê sibatê de Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Volker Turk jî ragihandibû ku xirabûna rewşa sosyo-ekonomîk a li Kubayê fikarên kûr çêdike û banga xwe ya ji bo rakirina cezayên yekalî yên li ser sektoran dubare kiribû.