Bi ser fermana Êzidiyan a ku di sala 2014’an de, bi destê DAIŞ’ê pêk hat, 12 sal derbas bûn.
Bi vê komkûjiya ku di dîrokê de mînakên wê kêm in, xwestin koka civaka Êzidî biqelînin.
Li dijî Êzîdiyan her cure êrîş, kuştin, revandin û destdirêjî hat bikaranîn.
Di dema êrîşa DAIŞ`ê de, Hêzên PKK derbasî Şengalê bûn û Şengal ji DAIŞ`ê rizgar kirin.
Piştî rizgarkirinê, Êzidiyan xwe bi rêxistin kir û Rêveberiya Xweser a Şengalê ava kirin.
Li kêleka wê, ji bo ku gelê xwe biparêzin, hêzeke xwe ya parastinê ava kirin.
Hewldanên dubarekirina sînaryoya fermanê
Dewleta Tirkiyê bi salan e êrîşî Şengalê dike, niha jî Şengal xistiye rojeva xwe û dixwaze civaka Êzidî bi temamî qir bike û bide koçber kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan di hefteya borî de rasterast perde li ser planeke li dijî Şengalê rakir.
Hakan Fîdan got: Piştî Sûriye dora Îraqê tê
Hakan Fîdan got: "Piştî Sûriyê dora Îraqê tê.
Divê Hikûmeta Îraqê sûdê ji ezmûnên Sûriyê werbigirie.
Desthilata xwe li ser temamî xaka xwe ferz bike.
Îraqê biparêze. Piştî Sûriyê niha dora Îraqê ye û em diçin wir jî."
Ya balkêş piştî van gefên Hakan Fîdan ji rayedarên Îraqê gelek nerazîbûn hatin.
"Şengal meseleyeke neteweyî ye, em hemû destwerdanên biyanî red dikin"
Wezareta Karên Derve ya Îraqê piştî gefa Hakan Fîdan, balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Anil Bora Înan vexwendibû wezaretê û gotibû:
"Mijara Şengalê û hemû deverên din ên Îraqê meseleyeke neteweyî ye û em hemû destwerdanên biyanî red dikin."
Îraq gefên Hakan Fîdan dixe meriyetê
Tevî ku ji Îraqê gelek nerazîbûn hatin, di hefteya borî de Wezîrê Parastinê yê Îraqê Sabat Ebasî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan li Enqereyê civiyan.
Piştî Wezîrê Parastinê yê Îraqê ji Enqereyê vegeriya, Artêşa Îraqê li Şengalê ket nava liv û tevgerê.
Hat eşkerekirin ku ev nerazîbûnên ku ji Îraqê derketin tenê devikî bûn û berovajî wê di pratîkê de derketin.
Artêşa Îraqê di rojên dawî de li Şengalê bi rê û rêbazên cûda hêdî hêdî hewl dide dest deyne ser Şengalê û Rêveberiya Xweser a li wir tune bike.
Her wiha Artêşa Îraqê li Şengalê dest bi bêçekkirina welatiyên Êzidî kiriye ku ji bo parastina xwe hildigirin.
Tê gotin ku Artêşa Îraqê bê ku hemahengiya li gel Asayîşa Êzidxanê bi kepçe û dozeran berê xwe daye Benda Kontrolê ya Şehîd Gênco ya hevbeş a Polîsên Federal û Asayîşa Êzidxanê, da ku xalake leşkerî ya nû ava bike.
Bi van kiryarên dawî, derdikeve holê ku li ser Şengalê niha xeteriyek mezin heye.
Li gorî gefên Hakan Fîdan û liv û tevgera Artêşa Îraqê ya li Şengalê, dewleta Tirkiyê li ser Şengalê bi Îraqê re li hev kiriye.
Lewma niha pêwîstiya Şengalê bi piştgiriyeke mezin heye
Niha Şengal di bin metirsiyeke cidî de ye, lewma di demekê de ku Amerîka xwe amade dike li Îranê bide, dibe ku di wan deman de dewleta Tirkiyê jî destwerdanê li Şengalê bike.
Heya niha tu helwest an jî daxuyaniyên fermî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rayedarên Herêmê derneketiye.
Pirsa gelo senaryoya di sala 2014’an de carek din dubare dibe, niha tê pirsîn.