Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera di 16`ê çileya 2026`an de bi beyanameyekê de ango mersûma 13`an, a Zimanê Kurdî weke beşek ji Sûriyê nîşan da.
Bi boneya 21'ê sibatê li hember vê beyanmayê nerazîbûn derketin holê û gotin ku divê zimanê Kurdî di destûra Sûriyê de bê parastin.
Mihemed Haco: Ji bo zimanê Kurdî 2 seat têrê nakin
Endamê Komîteya Zimanê Kurdî Mihemed Haco diyar kir ku divê zimanê Kurdî li Sûriyê bibe zimanekî fermî.
Jînda Ehmed: Kesê zimanê wî/wê tune be, nasnameya wî/wê jî tune ye
Her wiha Rêvebriya Peymangeha Amadekirina Mamosteyan Jînda Ehmed jî got:
" Ji bo parastina zimanê Kurdî çi berdêl hebe, em ê bidin û em ê zimanê xwe biparêzin."
Mamoste û Xwendekarên Rojavayê Kurdistanê banga parastina mafê zimanê Kurdî kirin.
Di dawiyê de mamosteyan dest nîşan kirin ku ev beyanname têrê nake, divê zimanê Kurdî di destûra bingehîn a Sûriyê de bê parastin û weke rêbazên xwendinê di dibistan û zanîngehan de bên xwendin.