Komîteyeke çavdêriyê ya UNICEF’ê duh serdana stasyona Elok a li Serê Kaniyê ya dagirkirî kir.
Hat ragihandin ku duh 24’ê Hezîrana 2025’an komîteyek ji UNICEF û Heyva Sor a Navneteweyî û bi parastina balafirên hêzên Rûsyayê, serdana stasyona Elok a li bajarê Serê Kaniyê kirin li herêmên dagirkirî.
Hat destnîşankirin ku ev serdan bi armanca kontrolkirina stasyonê ye ji bo carek din bikeve xizmetê.
Berî niha jî, UNICEF 4 caran, di dîrok û demên cuda de serdana stasyonê kiribû.
Beriya dagirkirinê.. Stasyona Elok yek ji girîngtirîn çavkaniyên avê bû li kantona Cizîrê ku ava vexwarinê ji nêzî 460 hezar kesan re li Serê kaniyê û Hesekên yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dabîn dikir.
Piştî ku Tirkiye bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî di sala 2019’an de dagir kir, stasyon bi temamî ji xizmetê derket. Ji Mijdara 2019’an û vir ve, bi dehan car hatiye girtin lê qutbûna herî dawî ya mezin di Tîrmeha 2021’an de bû û heta niha av nagihêje bajarê Hesekê.
Milyonek kes li Hesekê bê av e
Raportên herêmî û navenetweyî texmîn dikin ku heta yek milyon kes bi vê stasyonê ve girêdayî ne. Heta roja îro welatiyên Hesekê bê av in. Malbat neçar in ku avê ji çavkaniyên ne pêbawer bikşînin, ev yek bûye sedema belavbûna nexweşiyan taybet cem zarokan û bandorê li ser hemû warên jiyana wan dike.
Gelek caran Neteweyên Yekbûyî û UNICEF daxwaz kirine ku siyasetên Tirkiye yên qutkirina avê li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werê rawestandin û gihîştina tîmên çaksazkirinê hêsan bike. Lê her car ev daxuyanî bê bersiv dihatin hiştin.
Ebîr Muhemed