Îran bi hinceta sîxûrên Îsraîlê 700 welatiyên xwe girtiye

reset font size increase font size

Li gorî ajansa nûçeyan a Mehr, di şerê bi îsraîlê (13 Hezîran) ya 12 rojî de 700 sîxurên Îsraîlê girtine û sê ji wan bi tohmeta sîxurtiya ji bo Ajansa Îstîxbarata Îsraîlê Mossadê darve kirine.

Li gor agahiyên ku hatine parvekirin  piraniya girtiyan li parêzgehên Kirmanşan, Îsfahan, Xuzestan, Fars û Loristan bûn. Lê hetta niha parêzgeha Tehranê hejmara rast ya girtiyan eşkere nekiriye.

Li gor îddayên Ajansa Nûçeyan a Dadweriyê, ev kesên kû hatine girtin li ser esasê ‘’ Pîlotkirina balafirên piçûk û dironên xwekuj, çêkirina teqameniyên destçêkirî, kişandina wêneyên tesîsên leşkerî yên hessas û dayîna agahiyan ji artêşa Îsraîlê re’’ ne. Her wiha Ajansa Nûçeyan a Dadweriyê Mizan ragihand ku sê kesên ku bi tohmeta sîxurtiya ji bo Mossadê û qaçaxçîtiya materyalên ku di kuştinan de hatine bikar anîn hatine mehkumkirin ji ber vê yekî roja çarşemê ango 18`ê Hezîranê hatine darvekirin.

Her wiha hat teqez kirin ku ev hejmar li gor raporên saziyên fermî yên Rejîma Îranê ye.

Lê rojnamevan û siyasetmedarên mûxalîf berovajî van daxûyaniyên fermî îda dikin ku ew kesên ku hatine girtin piraniya wan mûxalîfin û bi hinceta sîxûriyê têne girtin.

Rizgar ARA

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye