Elî Zeydî ji komên çakdar ên Îraqê Xwest ku nekevin şer

Piştî rûdana şerê di navbera Îsraîl û Îranê de, hat ragihandin ku serokwezîrê nû yê Îraqê Elî Zeydî li gel serkirdeyên grûpên çekdar ên Îraqê, civîneke awarte pêk aniye û diyar kiriye ku ger Amerîka bikev şer jî, ew nakevin şer.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Şeva borî êrîşeke ku nelibendê bû ji aliyê îranê ve pêk hat

Îran bi mûşek û dronan êrîşê Îsraîlê kir.

Artêşa Îranê tekezî li wê yekê kir ku operasyonên şeva borî tenê haydariyek bû û ji ber dubarebûna her destdirêjiyekê, bersivên wan dê berfirehtir bibin.

Artêşa Îranê got ku ew ê hemû berjewendiyên Îsraîl û Amerîkayê yên li herêmê bikin armanc.

Li hemberî van êrîşan, Îsraîl bêdeng nema.

Sibeha îro, saet 4 û 40 xulek, Îsraîlê bi hejmarek mûşek êrîşî Îranê kir û dengê teqînên mezin li Tehran, Esfehan, Tebrîz û Kirmanşanê hatin bihîstin.

Piştî wê, serokwezîrê nû yê Îraqê Elî Zeydî zû digel tîmeke taybet dest bi peywendîkirin û serdanên digel serkirdeyên grûpên çekdar ên Îraqê kir û daxwaz kir ku nekevin nava şer.

Çavkaniyekî ji hikûmeta Îraqê ragihand ku Zeydî ji wan re gotiye heke Amerîka jî tev li şer bibe, divê ew ti êrîşan nekin û wiha anî ziman:

"Serokwezîrê nû gef li wan grûpan xwariye ku heke êrîşan bikin, ew ê rêkarên siyasî û ewlehiyê yên tund li dijî wan bigrin."

Hikûmeta Îraqê niha çavdêriya rewşa herêmî û navxweyî dike û di saetên bê de heke aloziyên di navbera Îran û Îsraîlê zêde bibin yan Amerîka beşdar bibe, hikûmet wê bi awayekî siyasî li hember grûpen çakdar raweste.

Piraniya grûpên çekdar ên ser bi Heşda Şebî ve, ji daxwaza Zeydî razî ne, tenê grûpa Ketayib Hizbullahê ku li Îraqê grûpeke sereke ya ‘‘Miqawemeya Îslamî’’ ye, bi daxuyaniyeke tund Amerîka ji tevlêbûn şer haydar kir.

Grûpa Ketayib Hizbullahê wiha got:

"Ji ber tevlêbûna rasterast a Amerîkayê bi armanca alîkariya bi Îsraîlê re, hemû bingehên wan ên li Îraqê wê bên armanckirin û bersiv bi dijwarî dê bê dayîn."

Ji aliyekî din ve, baregeha Xatemulenbiya ya ser bi artêşa pasdarên Îranê ve ragihand ku heke êrîşên li ser Libnanê bi dawî nebin, ewê bersiveke wêranker bidin Îsraîlê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye