Amerîka û Îsraîl dixwazin bandora Îranê û komên çekdar ên girêdayî wê li Rojhilata Navîn tune bikin.
Amerîka û Îsraîl van koman wekî gef dibînin.
Amerîka û Îsraîl hemû hewldanên xwe dikin, da ku armanca xwe pêk bînin.
Hat angaştkirin (îdeakirin) ku di destpêka sala 2026'an de Amerîka ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî daxwazek kir.
Pêşinyara Amerîkayê ew e ku QSD şerê komên çekdar ên girêdayî Îranê yên li Îraq û Libnanê bike.
Fermandarê QSD'ê Mazlûm Ebdî ev yek red kir û got ku hêzên wî tenê parastina gelê herêmên Rêveberiya Xweser dikin û ji bo berjewendiyên Amerîkayê şer nakin.
Dîsa heman angaşt (îdea) ji serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera hat kirin.
Hat gotin ku piştî bersiva Ebdî, Amerîka pêşniyara xwe pêşkêşî serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera kir.
Ehmed Şera ji bo wergirtina piştgiriya Amerîka û Îsraîlê, ev pêşinyar erê kir.
Turmp: Em dikarin bihêlin Ehmed Şera şerê Hizbullahê bike