Li Herêmên Hikûmeta Şamê ji serê salê ve 373 kes hatine kuştin

Her kes li bendê bû ku piştî hilweşandina desthilata Rejêma Baas aramî were herêmê û kuştin nema çêbibe. Lê li gorî bîlançoya Çavdêriya Mafê Mirovan a li Sûriyê Ji destpêka salê ve li herêmên Hikûmeta Veguhêz di nav de jin û zarok 373 kes hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî hilweşîna Rêjîma Baas li Sûriyê û hatina hikûmeta nû li ser desthiladariyê, binpêkirinên ku Baasê li dijî sivîl û gelê herêmê dikir, heman senaryo bi awayekî xirabtir ji aliyê hikûmeta nû ve tê meşandin .

Herî dawî jî êvara înê di encama pevçûnekê li paytexta Sûriyê Şam li kolana el miuhecîrîn de, ciwanek hat kuştin û yek jî bi giranî birîndar bû.

Di vê derbarê de Çavdêriya Mafê Mirovan a li Sûriyê bîlançoya sûcên ku li deverên Hikûmeta Vegûhêz rû didin parve kir.

JI DESTPÊKA SALA 2025'AN VE

JIMARA GIŞTÎ YA SÛCAN: 326

HEJMARA GIŞTÎ: 373 KUŞTÎ

Li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan a li Sûriyê ji sala 2025an ve 326 sûcên krîmînal û kuştinên ku li dijî tawanbarên nenas pêk hatiye. Di encam de 54 jin, 29 zarok, 290 mêr bi giştî 373 kes hatine kuştin.

Sûcên ku ji despêka sala 2025`an ve hatine kirin, wiha hatine belavkirin:

Li Şamê di encama 27 tawanên  pêk hatine de,  di nav de 3 zarok, 7 jin, bi giştî 29  kes hatin kuştin.

Li gundewarên Şamê di encama  39 tewanên pêk hatine de, di nav de 4 zarok, 5 jin bi giştî 47 kes hatin kuştin.

Li Heleb di encama 26 tewanên pêk hatine de, di nav de 3 zarok, 1jin bi giştî 32 kes hatin kuştin.

Li Humsê di encama 12 temanên pêk hatine de, di nav de 1 zarok, 2 jin bi giştî 12 kes hatine kuştin.

Li Hemayê di encama 32 tewanên pêk hatine de, 5 jin û 31 mêr hatine kuştin.

Li Laziqiyê di encama 22 tewanên pêk hatine de, 2 zarok, 2 jin bi giştî 23 kes hatine kuştin.

Li Dêra zorê di encama 30 tewanên pêk hatine de, di nav de 5 zarok, 4 jin bi giştî 31 kes hatine kuştin.

Li Îdlibê di encama 33 tewanên pêk hatine de, 3 zarok, 10 jin bi giştî 41 kes hatine kuştin.

Li Derayê di encama 64 tewanên pêk hatine de, 6 zarok, 7 jin bi giştî 73 kes hatine kuştin.

Li Tartûsê di encama 9 sûcên pêk hatine de, 5 jin û 7 mêr hatine kuştin.

Li Siwêdayê di encama 29 tewanên pêk hatine de, 1 zarok, 6 jin bi giştî 34 kes hatine kuştin.

Li Quneyterayê yek tewan pêk hatiye, di encamê de jinek hat kuştin.

Li Reqayê di encama 2 tewanên pêk hatine de, 2 jin hatine kuştin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye