Dayikên Şemiyê banga edaletê ji bo Yusuf Nergiz kirin

Li Stenbolê Dayikên Şemiyê, di hefteya 1074'emîn a çalakiya xwe ya heftane de li Qada Galatasarayê kom bûn, li Amed, Êlih û Colemêrgê Jî Xizmên Windayan û Parêzvanên Mafên Mirovan bi daxwaza edaletê çalakî li dar xistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê êşa wan kesan tê kişandin ku berî 30 salî hatibûne nebedîkirin û heya niha wek kesên windayî, malbatên wan daxwaza naskirina çarenivîs û aqûbeta wan dikin.

li Stenbolê Dayikên Şemiyê di vê hefteyê de li aqûbeta Yusuf Nergiz ê ku 28 sal berê hatibû binçavkirin pirsîn.

Yusuf Nergiz ê 70 salî bavê şeş ​​zarokan e ku li taxa Ofîs a Amedê dijiya.

Di 30`yê îlona 1997`an de, leşkeran bi ser mala Yusuf Nergiz de girtibû û ji wê demê û heta niha Yusuf Nergiz windayî ye.

Malbatê der barê windabûna Yusuf  gelek caran serî li Dozgeriya Amedê da, lê tevahiya serdan û hewldanên wan bê encam bûn.

Li Amedê Îhd ji bo Hamza Arslanoglû edalet xwest

Li Amedê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windahiyan di hefteya 872'emîn a çalakiya xwe de li kujerên Hamza Arslanoglû ku ji 25'ê cotmeha 1995'an windayî ye, pirsîn.

Çalakî bi beşdariya Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û gelek kesên din li navçeya Rezan hate lidarxistin.

Li Êlihê ji bo Nazim Gulmez çalakî hat lidarxistin

Li Êlihê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windahiyan di hefteya 708'an a çalakiya xwe de li aqûbeta Nazim Gulmez pirsîn, ku di 15'ê cotmeha 1994'an de li Navçeya Xozat a Dêrsimê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû girtin.

Di çalakiyê de çîroka windabûna Gulmez ji aliyê Rêveberê ÎHD'ê Zana Yucel Bozkûrt ve hat xwendin.

Li Colemêrgê ji bo windahiyan banga edaletê hat kirin

Li Colemêrgê jî li aqûbeta Abdulkerîm Yûrtseven, Mîkdat Ozeken û Munur Saritaş ên ku di 27'ê cotmeha 1995'an de hatibûn windakirin, hat pirsin.

Ji bo windahiyan daxuyanî hat dayîn.

Daxuyanî ji aliyê endamê ÎHD'ê Mûsa Bor ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de edalet hat xwestin û hat gotin ku heta çarenivîsa windahiyan diyar bibe wê çalakî berdewam bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye