Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (Human Rights Watch-HRW) û Tora Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê, derbarê metirsiya darvekirinê li ser girtiyên siyasî û rewşa welatiyên hatine binçavkirin, daxuyaniyek belav kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku girtiyên siyasî bi metirsiyeke dualî re rû bi rû mane.
Di heman daxuyaniyê de, hate destnîşankirin ku di vê demê de 9 girtiyên siyasî bi sûcê ‘çekdarî û serhildanê’ hatine darvekirin û egera zêdebûna hejmara darvekirina girtiyên siyasî heye.
Li gorî daxuyaniyê, desthilata Îranê ne amade ye ku di rewşa şer de jî girtiyan azad bike.
Berovajî vê yekê, pêla girtinên komî derheqê çalakvan û welatiyan de dijwartir kiriye.
Bi hezaran girtî di rewşekê de ne ku derfeta wan a xweparastinê nîne, stargeheke ewle ji wan re nehatiye dabînkirin.
Her wiha hat ragihandin ku pirsgirêkên herî sereke yên girtiyan kêmkirina para xwarinê, kêmbûna berbiçav a xizmetguzariyan, nebûna derman û çavdêriya bijîşkî û sînordarkirina peywendiya bi malbatên wan re ne.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) û Tora Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê, bang li Neteweyên Yekbûyî kirin ku zextê li Îranê bikin da ku demildest girtiyên siyasî û kesên bi kêfî hatine binçavkirin, azad bike û daxwaza rawestandina cezayên darvekirinê kirin.