`SOHR`ê eşkere kir ku ji ber şer û pevçûnên li Siweydayê û êrîşên Îsraîlê li ser Şamê, di encamê de, 940 kes hatine kuştin.
SOHR da zanîn ku di nav kuştiyan de, 326 leşker û 262 sivîl ên Durzî ne, tê de182 kes ji aliyê hêzên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ve hatine kuştin.
Her wiha di şer de, 312 leşkerên Hikûmeta Demikî ya Sûriyeyê hatine kuştin, her wekî din 21 ji eşîrên Ereban jî hatine kuştin.
SOHR ragihand di bombebarana Îsraîlê li ser Sûriye de, 15 leşkerên ji Hikûmeta Demikî hatine kuştin.
Di dema şopandina şerê li Siweydayê de rojnamevanek jî hat kuştin.