Hêza Demkî ya Neteweyên Yekbûyî li Libnanê (UNIFIL) ragihand ku du ji leşkerîn wan di teqînek "nenas" de li başûrê Libnanê hatine kuştin.
Her wiha UNIFIL got ku duh jî leşkerekî wan bi guleyekê li ser sînorê Îsraîlê hate kuştin.
UNIFIL di daxuyaniyekê de, got: "Îro du aştîxwazên UNIFIL di bûyerek trajîk de li başûrê Libnanê hatin kuştin.
Piştî teqînek nenas ku wesayîta wan li nêzî Bnei Hayyan wêran kir.
Du aştîxwazê me jî birîndar bû, yek ji wan birîna wî girane."
Her wiha daxuyaniya wan ev tişt eşkere kir: "Ev duyemîn bûyera mirinê ye di 24 demjimêrên borî de ye."
UNIFIL ragihand ku wan ji bo diyarkirina şert û mercên bûyerê lêpirsînek dane destpêkirin.
Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Operasyonên Aştiyê Jean-Pierre Lacroix ji rojnamevanan re got ku du aştîxwazên ku di teqîna li başûrê Libnanê de hatine kuştin, welatiyên Endonezyayê bûn.
Di heman demê de, berdevkê UNIFIL Cantis Ardell got ku teqînek bihêz yek ji wesayîtên me hedef girt û çend aştîxwaz birîndar kirin.
Cantis Ardell ji Ajansa Çapemeniyê ya Almanî (dpa) re da zanîn ku ekîbên ambulansê karibûn hin ji birîndaran derxînin, lê ji ber ku garantiyên ewlehiyê yên li herêmê ne baş bû, di destpêkê de nekarîn bigihîjin du kesên din.
Ardell diyar kir ku piştî hevrêziya bi rayedarên Libnanî û Îsraîlê re, tîmek ji bo temamkirina pêvajoya derxistinê şandin cihê bûyerê.
Her wiha hûrguliyên din wê paşê werin eşkerekirin dema ku rewş pêş bikeve.