Esed Şêbanî : Dibe ku muzakereyên ewlehiyê yên bi Îsraîlê re di demekî nêz de dest pê bikin

Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Şêbanî ji ajansa Reuters re ragihand ku ew li bendê ne muzakereyên bi Îsraîlê re yên li ser peymana ewlehiyê di nêz de dîsa dest pê bikin. Şêbanî bang li Îsraîlê kir ku vê "firsenda dîrokî" ji dest nede û destnîşan kir ku deriyê Şamê ji bo dîplomasiyê her tim vekirî ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Şêbanî di daxuyaniyeke girîng de eşkere kir ku Şam pêşbînî dike ku di demeke nêz de muzakereyên bi Îsraîlê re yên li ser peymana ewlehiyê ji nû ve dest pê bikin. Şêbanî diyar kir ku armanca wan a sereke ji vê peymanê ew e ku bibe sedema vekişîna temamî ya hêzên Îsraîlê ji ser axa Sûriyê.

Wezîrê Derve yê Sûriyê bang li rayedarên Îsraîlê kir ku vê rewşê wekî "firsendeke dîrokî" binirxînin û bi bîr xist ku ji bo çareseriyeke mayînde deriyê dîplomasiyê yê daxwazkirî hîn jî vekirî ye. Ev daxuyanî di demekê de tê ku her du aliyan piştî êrîşên dawî yên li ser balafirgeha Ebû El-Zuhûr peywendiyên xwe asê kiribûn, lê bi vê banga nû derfeteke nû ya guftûgoyan derketiye pêş.

Şêbanî her weha destnîşan kir ku Sûriye welatekî serwer e û divê Îsraîl hevalbendî û şirîkatiyên daxuyandî yên Şamê ji wan re sînor neke an jê re nebêje ka dê bi kê re hevkariyê bike. Parastina serweriya Sûriyeyê ji bo wan xeta sor e, lê ji bo kêmkirina rageşiyê amade ne ku li ser maseya muzakeran rûnin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye