Li Hesekê merasîma hildana ala Sûriyê pêk hat
Li Hesekê ala Sûriyê bi merasîmekê bi beşdariya kesayetên peybilind hat hildan. Di merasîmê de, hin aliyan hewl da ku tevlheviyê di navbera Kurd û Ereban derxînin. Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed got ku ew ê rê nedin ti kes fitne û tevlheviyê di nava civakê de dexînin. Cîgirê Parêzgar Ehemd Hîlalî û Parlementer Fesla Yûsfi jî diyar kir ku ev al nûnertiya hemû Sûriyan dike.