Li qada Aştiyê ya bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, amadekariyên hildana ala Sûriyê tên kirin.
Wê al ji aliyê Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û berpirsên Hikûmeta Veguhêz ve were hildan.
Hemwextî vê yekê, hin aliyan ziyan dan malên giştî yên bajêr û hewl dan tevliheviyê derxin.
Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê dar barê van hewldanan de daxuyaniyek da.
Feramandariyê di dxuyaniya xwe de diyar kir ku wan hin tedbîrên ewlehiyê girtine.
Fermandariyê qedexeya rakirina çekê û teqandina agirbaziyê ragihand.
Her wiha hişyar kir ku nabe bi ti awayî ewlekariya gel bikeve metirsiyê.
Di dawiyê de Fermandariyê got ku her kesê van tedbîran binpê bike, dê were darizandin.