Napolî vegera Scott Mctominay piştî emeliyata ji bo dil ragihand

Napolî vegera lîstikvanê Skotlendî Scott McTominay piştî emeliyata ji bo çareserkirina pirsgirêka rêbaza lêdana dil ragihand.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Tîma Napoliyê ragihand ku Scott McTominay destûr wergirtiye ku vegere qadan.

McTominay, meha Îlona borî li Manchesterê ev pêvajoya bijîşkî derbas kiribû.

Ev yek jî piştî teşxîskirina "pirsgirêkeke sivik û ne-xeternak a rêbaza lêdana dil" pêk hatibû.

McTominay derbasî kontrolên zêdetir bû û destûra vegerê bo çalakiyên werzîşî wergirt.

Lîstikvanê Skotlendî vegeriya perwerdehiya bi tîma Napolî re û dê amade be ku tevlî kadroya ku ji aliyê rahêner Massimiliano Allegri ve hatiye hilbijartin bibe.

Napolî di daxiyaniyekê de da zanîn ku McTominay derbasî kontrolên zêdetir ên teşxîsê bû û encaman nîşan da ku ew ji bo lîstinê amade ye.

McTominay ji 30ê Tebaxê û vir ve nelîstiye û Napoli dê roja Şemiyê mazûvaniya tîma Frosinoneya, dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye