Wolverhampton bi Surprayzekê taximê Liverpool 2-1 têk bir

Wolverhampton û Liverpool di hefteya 29'emîn a Premier League de hatin beramberî hev û bi surprayzekê dest pê kir. Taximê Wolverhampton yê ku di rêza herî dawî de cih digire Liverpool 2-1 têk bir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di destpêka hefteya 29'emîn a Premier League de taximê Wolverhampton û Liverpool hatin beramberî hev, Wolverhampton b encama 2-1 bi ser ket.

Maç li staduma Molineux a taximê Wolverhampton hate lîstin.

Maç bi kelecanek xurt dest pê kir, lê golên ku di maçê de hatin anîn hemû jî di nîvê duyem de bûn.

Lîstikvanê Wolverhampton Rodrigo Gomes rekora maçê vekir û di deqeya 78'an de gola yekemîn anî.

Piştre bi 5 deqeya lîstikvanê Misrî Mohamed Salah gola wekeviyê anî da ku serkeftinê li hember taximê di rêza herî binî de bi dest bixe.

Maç ber bi dawiyê ve diçû lê di deqeya 90+4'an de lîstikvanê taximê Wolverhampton yê Berazîlî Fernando Diniz gola serkeftinê anî.

Liverpool ku di rêzbendiya 3'yemîn de ye ji Premier League li hember Wolverhampton 2-1 têk çû ê ku di rêza herî dawî de ye.

Liverpool niha bi 48 xalan di rêza 5'emîn de cih digre û Wolverhampton bi 16 xalan di rêza herî dawî ya 20'an de ma.

 

Everton 2-0 li hember Burnley bi ser ket

 

Ji aliyekî din jî taximê Everton û Burnley hatin beramberî hev.

Maç li staduma Goodison Park hate lîstin di encamê de taximê Everton bi 2-0 bi ser ket.

Gola yekemîn James Tarkovsky di deqeya 32'an de anî û gola duyemîn Kiernan Dewsbury-Hall di deqeya 60'î de anî û taximê xwe ber bi ser keftinê ve bir.

 

Bournemouth û Brentford her taximek bi xalekê ji maçê derket

 

Her wekî din jî ji bo heman heftiyê taximê Bournemouth û Brentford li staduma Vitality ya Bournemouth hatin beramber hev.

Maç bi wekheviya 0-0 bê gol bi dawî bû.

 

Sunderland 1-0 Leeds United têk bir

 

Di dawiyê de taximê Sunderland bi 3 xalên girîng ji staduma Ellanda Road a taximê Leeds United derket.

Sunderland bi encama 1-0 bi ser ket.

Gola yekane ya maçê û ya taximê Sunderland bi rêya lîstikvanê Sengalî Habib Diarra bû ku di deqeya 70'ê de gol ji penaltî anî.

Hêjayî bîrxistinê ye ku wê îro (4'ê adarê) 5 maç di Premier League de werin lîstin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye