Alîgirên Amedsporê rastî êrîşê hatin

Li navçeya Bodrumê ya parêzgeha Muglayê ya Tirkiyê, êrîşî alîgirên Amedsporê hat kirin û di encamê de alîgireke jin birîndar bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Amedspor duh di hefteya 17'an a Lîga 1'emîn a Trendyolê de bû mêvanê Bodrumsporê û maç 0-0 bi dawî bû.

Beriya destpêkirina maça Amedspor û Bodrumsporê, alîgirên tîma xwediyê malê bi keviran êrîşî alîgirên Amedsporê kirin.

Di êrîşê de Gulizar Ozdemir a ku ji Aydinê ji bo piştgiriya Amedsporê çûbû stadyumê ji serê xwe birîndar bû.

Her wiha piştî maçê jî êrîşî alîgirên Amedsporê hat kirin.

Serokê Amedsporê: Bila êrîşkar bên tespîtkirin

Di êrişê de otobusa alîgirên Amedsporê xisar dît û camên wê şikestin.

Serokê Amedsporê Nahît Eren li ser hesabê xwe yê X'ê bi peyamekê êrîş şermezar kir û daxwaza tedbîrên pêwîst û tesbîtkirina êrîşkaran kir.

Alîgirên Amedsporê gelek caran li maçên derveyî Amedê rastî êrişên nijadperest û devkî tên û pir caran temaşekirina maçên tîma wan li wan tê qedexekirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye