Ûkrayna êrîşî tesîsên enerjiyê yên Rûsyayê kirin

Tevî hewildanên dîplomasiyê jî şerê di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de gurtir dibe. Ûkraynayê êrîş birin ser tesîsên enerjîyê û Artêşa Rûsyayê jî li dora çend wargehên li herêma Donetskê 27 caran êrîşî hêzên Ûkraynî kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serfermandariya Giştî ya Ûkraynayê ragihand ku duh hêzên wan termînala petrolê ya Tamanftegaz û depoyeke cebilxaneyê armanc girtine.

Li herêma Krasnodar a başûrê li Rûsyayê jî, boriyeke petrolê, du bender û du keştî bûn hedefa êrişên Ûkraynayê.

Serfermandariya Giştî eşkere kir ku di encama êrîşan de şewatên mezin derket.

Karbidestên Ûkraynî diyar nekirin ku kîjan pergalên çekan, di operasyonê de hatine bikaranîn.

Ûkrayna êrîş bir ser Hêzên Rûsyayê yên li Kirimê

Serfermandariya Giştî da zanîn ku mûşekek din, li tesîseke demkî ya Lîwaya 92`emîn a Qeyikên Çemê ya Rûsyayê ketiye.

Lîwaya rastî êrîşê hat li herêma Olenivkayê ya li Nîvgirava Kirima dagirkirî ye.

Bi van operasyonan, Ûkrayna dixwaza kapasîteya êrîşî ya artêşa Rûsyayê asteng bike.

Rûsya êrîşî wargehên li Donbasê kir

Li aliyekî din, Rûsya jî got ku hêzên wan wargehên li Donbasê hedef girtine.

Serfermandariya Giştî ya Ûkraynayê pişterast kir ku duh, hêzên Rûsyayê, 27 êrîş li dora çend wargehan li herêma Donetskê pêk anîne.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê destnîşan kir ku şeva borî, hêzên wan çend dronên Ûkraynayê asteng kirine.

Wezareta Enerjiyê ya Ûkraynayê ragihand ku duh 5 tesîsên enerjiyê, rastî êrîşan hatin.

Hêzên Hewayî yên Ûkraynayê, ragihandin ku Rûsya 86 balafirên bêpîlot avêtin ser Ûkraynayê.

Rayederan dan xuyakirin ku hêzên berevaniya Ûkraynayê 58 dron ji wan dronan têk birin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye