Piştî derbasbûna zêdetirî mehekê di ser destpêkirina şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê re, serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û hevtayê wî yê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di pêwendiyeke telefonê de, banga agirbesteke lezgîn li aliyan kirin.
Kremlinê destnîşan kir ku her du serokan behsa pêwîstiya gihîştina agirbesteke bilez û pêşxistina peymanên aştiyê ku berjewendiyên rewa yên hemû welatên herêmê li ber çavan digirin, kirin.
Kermilnê diyar kir ku wan da zanîn ku operasyonên leşkerî yên dijwar dibin sedema encamên neyînî yên cidî, ne tenê li ser asta herêmî, lê di heman demê de li ser asta cîhanî jî û bandorê li cihê enerjî, bazirganî û lojîstîkê dikin.
Îranê pêşniyara Amerîkayê ya agirbesta 48 saetan red kir
Li aliyekî din, ajansa nûçeyan a Farsê ya Îranê, îro ji çavkaniyekî ku navê wî nehatiye eşkerekirin, ragihand ku Tehranê pêşniyara Amerîkayê ya ji bo agirbesteke 48 demjimêran red kiriye.
Çavkanî anî ziman ku pêşniyar duh bi rêya dewleteke dîtir ku navê wê di raporê de nehatiye bibîrxistin hatiye pêşkêşkirin.