Koma duyemîn a koçberan ket rê: 200 malbat vedigerin Efrînê

Koma duyemîn a koçberên Efrîna Rojavayê Kurdistanê îro ber bi cih û warên xwe ve ketin rê. Koçberên ku vedigerin malên xwe ji Nûçe tv re diyar kirin ku piştî êş û koçberiya bi salan careke din vedigerin malên xwe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî 8 salan ji koçberiya bi darê zorê, îro careke din efrînî vedigerin malên xwe.

 

Karwanê duyemîn ê koçberên Efrînê, di çarçoveya lihevkirina 29`ê çileyê de ya ku di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD`ê û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de, bi rê ket.

 

Îro, koma duyemîn a koçberên Efrîna Rojavayê Kurdistanê ber bi cih û warên xwe ve diçe.

 

Karwanê Koçberan ji 200 malbatan pêk tê.

 

Ev karwan, ji malbatên ji navçeya Raco û navenda Efrînê pêk tê, berê xwe dane cih û warên xwe.

 

Her wiha koçberên Efrînê, bi 15 bas 46 kamyonan bi rêya M4`ê ve ber bi Efrîn û gundewarên wê ve bi rê ketine.

 

Bi vê karwanê re; Desteya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, Hêzên Ewlehiya Giştî ya Helebê, Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Hesekê û Koordînasyona Parastina Sivîlan jî diçe.

 

Koçberên ku vedigerin malên xwe ji Nûçe tv re diyar kirin ku piştî êş û koçberiya bi salan careke din vedigerin malên xwe.

 

Xwdîce Hemo, jineke koçber ji Efrînê ye, got ku ketiye sala 9`an û ew koçber bûne û wiha lê zêde kir:

"Em îro pir kêfxweş in ku em ê vegerin malên xwe, hêviya me ew e ku hevalên me hemû kêf û xweşiyê bibînin." 

 

 

Fatima Dawud kêfxweşiya xwe ya ji bo vegerê anî ziman û wiha got:

 

"Dema em ji Efrînê derketin ez biçûk bûm, lê niha mezin bûme, piştî koçberiya bi salan em vedigerin malên xwe. Em kêfxweş in ku vedigerin malên xwe."

 

Fatimayê, got ku hinek zehmetî hene, ji ber dema ew derketin birayê wê bi wan re bû, lê bi vegera li Efrînê tenê wêneyên wî bi xwe re vedigerînin.

 

Biryar bû ku ev kom di 12`ê adarê de ber bi Efrînê ve birêketa, lê ji ber sedemêm teknîkî hat paşxistin.

 

Îro, careke din komeke din a koçberan vedigerin malên xwe.

 

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Karwanê yekem ê koçberên Efrînê di 9’ê adarê de gihaştibû Efrînê.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye