Nêzîkî sal û heşt mehan e ku hilbijartina xula şeşem a Parlamentoya Kurdistanê bi rê ve çûye, lê heta niha ne hikûmet ava bûye û ne jî parlamento civînên xwe encam dide.
Di hilbijartina 20'ê Cotmeha 2024’an de, PDK'ê 39 kursiyên parlamentoyê bi dest xistin, her wiha YNK’ê 23 kursî û Neweya Nû 15 kursî bi dest xistin.
Lê bi şêwazê devkî, YNK û Neweya Nû li ser hevpeymanekê li hev kirine û biryar e di serê meha bê de hevpeymaniya xwe îmze bikin.
Lê belê PDK`ê ne amade ye ku li ser bingeha wê hevpeymaniyê digel YNK û Neweya Nû bicive û postên kabîneya nû ya hikûmetê dabeş bike.
Di nava du hefteyên borî de hewldan û navbeynkariyeke zêde hat kirin da ku PDK û YNK nêzî hev bibin û dest bi dan û standinên avakirina hikûmetê bikin.
PDK’ê û YNK’ê jî di nava xwe de li ser çend astên cuda li pişt perdeyê civiyan.
Lê hemû bê encam man û ti encameke wan nebû.
Liv û tevgera siyasî û helwesta YNK’ê
Herî dawî Ofîsa Siyasî ya YNK’ê bi serokatiya Bafil Talebanî têkildarî hewldanên avakirina hikûmetê û çalakirina parlamentoyê civiya.
YNK’ê di civîna xwe de bi temamî bêhêvitiya xwe ya ji PDK’ê û egera pêkanîna hikûmetê nîşan da.
Her wiha behsa helwesta Nûnerê Amerîkayê yê ji bo Karûbarên Îraq û Sûriyê Tom Barrack jî hate kirin.
Niha helwesta fermî ya YNK’ê ew e ku PDK 39 kursiyên wê hene û li beramber jî YNK û hevpeymanên xwe jî 39 kursiyên wan hene.
Ew dixwazin postên hikûmetê nîv bi nîv wergirin û ligel Neweya Nû û hevpeymanên xwe îmze bikin ku ew li ser vê helwesta xwe gav paşde navêjin.
PDK'ê bi temamî li dijî vê yekê ye
PDK’ê dibêje; lihevkirina di navbera YNK’ê û Neweya Nû de, ne asayî û xwezayî ye û di girtîgehê de ji bo dijbertiya PDK’ê hatiye îmzekirin.
YNK û Neweya Nû li ser lihevkirina xwe bi israr in, heta Neweya Nû bi fikar e ku ew di îmzekirina lihevkirinê de dereng ketine.
Li gor agahiyan, niha tîmên yasayî yên YNK’ê û Neweya Nû bi awayekî cuda mijûlî wê yekê ne ku li Dadgeha Federal a Îraqê gilî li ser hikûmeta demborî ya Herêmê tomar bikin da ku serokê hikûmetê û hikûmet ji kar were girtin û nikaribe ti kar û çalakiyekê bike.
Helwesta PDK'ê û aktîvkirina parlamentoyê
PDK`ê niha ji bo aktîvkirina Parlamentoya Herêma Kurdistanê kar dike, lê belê hikûmeta herêmê pêşniyara li ser aktîvkirina parlamentoyê nake.
PDK`ê dixwaze ku weke dema berê bi awayekî demkî desteya serokatiya parlamentoyê hilbijêre û piştre bi YNK’ê re li hev bike û serokatiya parlamentoyê radestî YNK’ê bikin.
PDK’ê bi xwe 39 kursî heye, Yekgirtû razî bûye ku tevlî aktîvkirina parlamentoyê bibe û amadehiya xwe nîşan bide, bi vî awayî kursiyên PDK’ê dibin 46.
Beşek ji fraksiyona Eniya Helwest û beşek ji fraksiyona Nifşê Nû, her wiha kursiyên Partiya Sosyalîst amade ne ku beşdarî danîşîna yekem bibin.
Bi vî awayî parlamento piranîya kursiyan ji bo danişîna parlamentoyê misoger dike, lê belê PDK`ê heya niha ne amade ye vê gavê biavêje, ji ber ku ew li benda YNK’ê ye.
Tom Barack hişyarî daye û dem diyar kiriye
Di 16’ê vê mehê de, nûnerê serokê Amerîkayê yê ji bo karên Îraq û Sûriyê Tom Barack hat Herêma Kurdistanê û ligel berpirsên Herêmê der barê avakirina hikûmetê de gotûbêj kirin.
Berpirsên PDK û YNK’ê helwesta xwe û sedemên paşxistina avakirina hikûmetê ji bo wî ragihandin, wî jî helwesta dawî ya Amerîkayê gihand wan.
Tom Barack di civîna bi berpirsên her du aliyan de, hişyarî daye wan ku divê di demeke nêzîk de hikûmetê ava bikin.
Bi taybetî hatiye diyarkirin ku eger heta meha îlona îsal hikûmet neye avakirin, ew ê piştgiriya hikûmeta Îraqê bikin ku ti dan û standinekê bi hikûmeta niha ya Herêmê re neke.
Bexda hewl dide navbeynkariyê bike
Piştî şikestina hemû hewldan û navbeynkariyên ji bo nêzîkkirina PDK û YNK’ê, li gorî hinek agahiyan, hewldan heye ku şandeyeke ji Bexdayê serdana Herêma Kurdistanê bike da ku her du aliyan nêzî hev bike.
Hewldanên avakirina Hikûmeta Herêmê gihîştine lûtkeya asêbûnê.
Ev rewş ji aliyê siyasî û rêveberiyê ve pirsgirêkê ji bo hikûmeta Îraqê jî ava dike.
Ji ber ku Hikûmeta Îraqê di dan û standina bi Herêmê re rûbirûyî astengiyên qanûnî û rêveberiyê tê.
Ger ev rewş bi vî awayî berdewam bike, tê pêşbînîkirin ku Bexda dan û standina bi hikûmeta niha ya Herêma Kurdistanê re, bi temamî qut bike.