Li Dêra Zorê di êrîşeke DAIŞ´ê de şervanekî QSD´ê şehîd bû

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)`ê bi daxuyaniyekê ragihandin ku li bajarokê Mihêmîde yê rojavayê Dêra Zorê, DAIŞ'ê êrîş kir û hêzên wan jî bersiv dan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

QSD'ê destnîşan kir ku di navbera hêzên wan û çekdarên DAIŞ´ê de, pevçûn derket.

Di vê êrîşê de, şervanekî QSD'ê şehîd bû û 2 şervanên din jî birîndar bûn. Hêzên Sûriya Demokratîk bersiv dan û di encamê de, DAIŞiyên ku êrîş kiribûn, mecbûr man birevin.

Di daxuyaniyê de, QSD'ê diyar kir ku piştî ketina rêjîma berê ya Sûriyê, valabûnek di aliyê ewlehiyê de çêbû û DAIŞê dest bi êrîşan kiriye, da ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibe.

Hêzên Sûriye Demokratîk piştrast kirin ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ´ê berdewam bikin. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye