Li gorî Servîsa Çavdêriya Atmosferê ya Copernicusê (CAMS), li Yekîtiya Ewropa û Brîtanyaya Mezin ji serê salê heta niha ji ber şewatên mezin ên ku di nîvê meha tebaxê de, li Spanya û Portekîzê derketin 12,9 megaton karbon hatiye berdan ku rekora berê ya salên 2003 û 2017an 11,4 megaton bû.
Li gorî hate diyarkirin, tenê li Spanyayê zêdetirî 350 hezar hektar qad şewitîye.
Her wiha li Tirkiyê, Qibris û herêma Balkanê jî, şewat derketibûn, li gorî pisporan ev jî dibe sedemeke bilindbûna rekora Karbonê.