Almanya wê deriyê xwe ji 535 penaberan re veke

Almanya dixwaze deriyên xwe ji 535 penaberên Afgan re veke.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Karên Hundir ê Almanya Alexander Dobrindt diyar kir ku ew ji bo vê yekê bi rayderên Pakistanê re hevdîtina dikin.

Alexander Dobrindt got, dibe ku biryarên li ser hin dosyeyên penaxwaziyê wê sala bê, were dayîn.

Roja Sêşemê, komeke ji 160 penaberên afgan bi balafirekê ji Pakistanê gihîştibûn Almanyayê.

Almanya 4 sal berê soz dabû, daxwaza penaberiyê ya komeke ji afganan qebûl bike.

Koma mijara gotinê, di dema rejîma Hemîd Karzayî de li Afganistanê bi artêş û sazîyên alman re xebitîbûn.

Hefteya borî, Wezareta Karên Hundir a Almanyayê ragihandibû ku "êdî ti berjewendiyeke siyasî" di qebûlkirina komeke ji 640 afganên li Pakistanê asê mane de, tune ye.

Loma jî daxuyaniya dawî ya Berlînê û qebûlkirina 160 fganan wekî surprîz tê dîtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye