Zelensky : Pêdiviya Ukrayna bi piştgiriya darayî ya ewropayê heye

Zelensky ragihand ku pêdiviya Ûkrayna bi piştgiriya darayî ya Ewropî heye Serokê Ukraynayê ji serokê Amerîkî Donald Trump jî xwest ku zextê li Serokê Çînê Xi Jinping bike, da ku piştgiriya xwe ya ji bo Rûsyayê kêm bike. Zelensky hişyarî da ku ew dixwazin êrîşên xwe yên bi dronan û mûşekan ber bi herêmên din ên Rûsyayê ve berfireh bikin Kremlin nerazîbûna xwe ji bo niyeta şandina leşkeran ji bo Ûkraynayê anî ziman

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku pêdiviya Ûkrayna bi piştgiriya darayî ya Ewropî heye, da ku ji bo du-sê salên din, şer li dijî hêzên Rûsyayê bidomîne.

Hefteya borî, rêveberên Yekîtiya Ewropayê, Komîsyona Ewropî erkdar kirin ku vebijarkên fînansekirina Ûkraynayê ji bo du salên din pêşve bibe.

Vê yekê, rê li ber bi karanîna deh milyar euroyên Rûsyayê yên ku ji aliyê Yekîtiya Ewropî ve hatibûn cemidandin vekir da ku  ji bo  Ukraynayê were bikaranîn.

"Zelensky ji Trump xwest ku zextê li serokê çînê bike"

Di heman demê de, Serokê Ûkraynayê ji serokê Amerîkî Donald Trump xwest ku zextê li Serokê Çînê Xi Jinping bike, da ku piştgiriya xwe ya ji bo Rûsyayê kêm bike.

Zelensky denstnîşan kir ku hêzên Rûsî ketine bajarê Pokrovsk ya ku berê navendeke sereke ya rêhesinê bû.

"Zelensky daxwaza berfirehkirina êrîşan kir "

Dîsa duh Zelensky anî ziman ku ew dixwazin êrîşên xwe yên bi dronan û mûşekan ber bi herêmên din ên Rûsyayê ve berfireh bikin û wiha lê zêde kir:

"Şîyana destpêkirina êrîşên dûr-menzîl pêkhateyeke serxwebûna me ye û di misogerkirina aştiyê de, wê pêkhateya herî girîng be."

FSB: Me ciwanekî ku Ukraynayê  ji bo kuştina payebilindekî kirimê erkdar kiribû girt

Li aliyê din Servîsa Ewlekariya Federal ya Rûsya(FSB) eşkere kir ku servîsên îstîxbarata Ûkraynayê, ciwanekî ji Simferopol erkdar kiribû, da ku rayedarekî payebilind ê Wezareta Karên Navxweyî ya Komara Kirimê bikuje, lê ew ciwan ji hêla wan ve hatiye girtin.

Kremlin nerazîbûna xwe ji bo niyeta şandina leşkeran ji bo Ukraynayê anî ziman

 Kremlin jî  derbaê raportên li ser niyeta şandina leşkeran ji aliyê Fransayê ve bo Ûkraynayê, nerazîbûn nîşan da  û ji Ewropiyan xwest ku berî ku alîkariya Ûkrayneyê bikin, baş bifikirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye