Li gorî daxuyaniya fermî ya Hêza Esmanî ya Ukraynayê, artêşa Rûsyayê bi şev bi bikaranîna 127 dron ji cureyên "Shahed", "Gerbera", "Italmas" û modelên din êrîşeke dijwar biriye ser axa Ukraynayê. Ev dron ji herêmên wekî Kursk, Millerovo, Oryol, Primorsko-Akhtarsk û Donetsk a li Nîvgrava Qirimê hatine avêtin. Hat diyarkirin ku êrîş ji aliyê yekîneyên parastina esmanî, şerê elektronîk û tîmên gerok ên artêşa Ukraynayê ve hatiye pûçkirin. Di heman demê de, artêşa Ukraynayê daxuyand ku ji destpêka şer û vir ve hejmara kuştî û birîndarên serbazên Rûsyayê gihîştiye nêzî 1 mîlyon û 476 hezar kesî.
Ukrayna: Me 97 dronên Rûsyayê anîn xwarê
Hêzên Parastina Esmanî ya Ukraynayê daxuyand ku wan di êrîşeke şevê ya berfireh de ku herêmên bakur, başûr û rojhilatê welat armanc digirt, ji 127 dronên Rûsyayê 97 jê tespît kirine û îmha kirine.