Lindsey Graham di 71 saliya xwe koça dawiyê kir

Vê sibehê 2 berpirsên herî mezin koça dawiyê kirin. Li aliyekî mîrê berê yê Qeterê Şêx Hemed Bin Xelîfe Al Sanî di 74 saliya xwe de koça dawiyê kir. Li aliyê din Lindsey Graham senatorê komarî yê Amerîkî di 71 saliya xwe de vê sibehê koça dawiyê kir. ji bo her du kesan jî nameyên sersaxiyê hatin. Trump û Netanyahu pesnê Graham dan û dane xuyakirin ku wan dostê xwe yê herî mezin ji dest da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li oval ofîs a Koşa Spî dipeyive, Serokê Amerîka û berpirsên derdora wî baş li wî guhdarî dikin.

Lindsey Graham senatorê komarî yê Amerîkî di 71 saliya xwe de vê sibehê koça dawiyê kir.

Graham kesekî herî nêzîk ê Turmp û Natanyahu bû.

Trump xemgîniyê anî ziman û got Graham niştimanperwerekî herî rast bû û wî bi berdewamî ji bo Amerîkayê kar dikir.

Serokwezîrê Îsraîlê benjamin Netanyahu peyamek belav kir û têde got: Îsraîlê yek ji dostên xwe yên herî mezin ji dest da.

Natanyahu ev yek jî anî ziman ku di baweriya graham de ewlehiya Amerîka û Îsraîlê bi hev ve girêdayî ye.

Graham ku di sala 2003’an bibû endamê encûmena Pîran a Kongresa Amerîkayê ji nêzîk ve bandora wî li ser siyaseta Amerîka ya derve hebû.

Mîrê berê yê Qeterê di 74 saliya xwe koça dawiyê kir

Her vê sibehê nûçeya mirina mîrê berê yê Qeterê şêx Hemed bin xelîfe Al Sanî hat ragihandin ku di 74 saliya xwe koça dawiyê kir.

Şêx Hemed ji sala 1995’an heya sala 2013’an mîrê welatê xwe bû, piştre kurê wî Şêx temîm hat û ew bû mîrê Qeterê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye