Li Hindistanê lahî rabû: 4 kes mirin û zêdetirî 100 kes jî winda ye

Li Hindistanê karesatek xwezayî çêbû, gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û heya niha bi dehan kes windane

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh piştî barana zêde, lehiyek li Herêma Dharalî ya li quntarê Hîmalayayê ya Hindistanê rabû, gelek avahî hilweşîn û çem tijî herî û xirabe bûn.

Li gorî rayedarên Hindistanê, di lehiyê de herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 100 kes jî winda ye. 

Rayedarên Hindistanê ragihandin ku ji bo dîtina kesên winda yekîneyên leşkerî, kûçikên lêgerînê, dron û makîneyên kar li herêmê hatine belavkirin.

Dîsa hate gotin ku ji ber bilindbûna ava gelî weke tedbîr şêniyên herêmê li deverên bilind hatin veguhestin.

Ji ber mezinbûna karesetê dibe ku jimara qurbaniyan zêdetir be û hate gotin ku lêgerîna rizgarkirina qurbaniya bedewam dike.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24