Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso têkildarî geşedanên li Sûriyeyê yên piştî hilweşîna rejîma Baasê rû dan û siberoja Sûriyeyê ji ajansa ANHA re axivî.
Xerîb Hiso der barê rewşa Sûriyeyê ya piştî hilweşîna rejîma Baasê de got:
"Geşedanên bilez û xeternak ku qewimîn, bala cîhanê kişand ser hundirê Sûriyeyê.
Hemû alî matmayî man ku çawa komeke ku hîn jî di lîsteya terorîstan de ye, karîbû bi hêsanî bigihêje deriyên Şamê."
Hiso destnîşan kir ku siyaseta yek reng a HTŞê perçebûna li Sûriyê kûrtir kiriye û wiha berdewam da axaftian xwe:
“Bi yek rengê siyasî, parçebûna di hundirê Sûriyeyê de kûrtir kiriye û bûye sedema nakokiyên îdeolojîk ên xeternak,
Hem li hundir û hem jî li derveyî welêt, ji ber ku hin aliyên navneteweyî piştgiriya vê nêzîkatiya yekalî dikin, ev jî siberoja welêt dixe nava metirsiyê.”
Xerîb Hiso: Çareserê pergala Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye
Hiso da zanîn ku Sûriye bi nêzîkatiya yekreng nayê birêvebirin. Çareserî tenê bi rêya projeyeke demokratîk ku hemû pêkhateyan nas bike û Sûriyeyeke bi rastî piralî ava bike, pêkan e.
Xerîb Hiso diyar kir ku şer niha di navbera du ramanan de ye; demokrasî û zordarî.
Hiso got: “Divê Sûriye bibe demokrasiyeke ku hemû gel û pêkhateyên xwe nas dike, ji ber ku înkarkirina demokrasiyê dê bibe sedema karesat û şerên navxweyî.”
Hevserokê PYD`ê destnîşan kir, gelê Sûriyeyê îro daxwaza pergaleke, wekî nimûneya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê dike.
Hiso bi bîrxist ku îro li deverên peravê yên Sûriyeyê û her weha li Siwêda, Hums, Hema û Idlibê gelê Sûriyeyê gihaştiye wê baweriyê ku rêya derketina ji vê rewşê tenê avakirina sîstema demokratîk e ku mafên wan pêk bîne.
Xerîb Hiso di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku di dawiyê de wê li Sûriyeyê demokrasî bi ser bikeve.