Duh li meclîsa Gel a Şamê û bi amadebûna Serokê demkî yê Sûriyê Ehmed El-Şeraa, protokolên veberhênanê bi hejmarek şîrketên navneteweyî re hatin mohrkirin.
Ev protokol 12 projeyên veberhênanê yên bi nirxa 14 milyar dolar vedihewîne, ku dê li çend parêzgehên Sûriyeyê werin bicih kirin, di nav de projeya Bircên Şamê.
Piştî merasîma îmzekirinê, Parêzgarê gundewarê Şamê, Amer El-Şêx di daxuyaniyeke çapemeniyê de destnîşan kir ku proje dê li ser axa Parêzgeha Gundewarê Şamê li aliyê rojavayê bajarê Şamê bi hevkariya Wezareta Karên Giştî û Niştecîhkirinê û şîrketa Îtalî Obaco were avakirin.
El Şêx da zanîn ku dê ji bilî dermankirina bermayiyan, santralên paqijkirina avê û enerjiya rojê jî di nav xwe de bigire.
Binesaziya Şamê ji kontrola hikûmetê derdikeve
Di heman çarçoveyê de, peymanek hevkariya stratejîk a bi nirxê 4 milyar dolarî di navbera Desteya Hewayî ya Sivîl a Sûriyeyê û şîrketên Kalyon Construction, Cengiz Construction, û TAV Construction ên ji Tirkiyeyê, UCC ji Qatarê, û Assets Investments ji DYAyê de, hat îmzekirin.
Li gorî peymanê, konsorsiyûmek ku ji Kalyon Construction û Cengiz Construction pêk tê, dê tesîsên Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê ji nû ve sererast bike û di heman demê de tesîsên nû ava bike.
Di gulana borî de jî, di navbera Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê û heman şirketên Tirkiyeyê, Qatarê û Amerîkayê de peymaneke hevkariya stratejîk a bi nirxê 7 milyar dolarî hatibû îmzekirin.
Ji ber ku hikûmeta demkî ne bi hilbijartina gel hatiye damezrandin, meşrûiyeta van peymanan dibe mijara nîqaşê.
Welatên îmzekar dibe ku bi rîska û nerazîbûna gel re rû bi rû bimînin, ku ev yek dikare bandorê li ser karanîna demdirêj a van projeyan bike.
Çavdêr bawer dikin ku Tirkiye, Qeter û Amerîka dixwazin li Sûriyê bandora xwe ya siyasî û aborî biparêzin û xurt bikin, bi taybetî piştî guherînên dawî yên siyasî li Şamê.
Her wiha tê texmînkirin ku armanca Tirkiyê ew e ku binesaziyên girîng ên Sûriyê kontrol bike ji zextekê li ser Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike.