Dewleta Îranê du Kurd li Îlamê girtin

Zexit û zûrdariya dewleta Îranê bi taybet li ser Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê didome. Du welatiyên Kurd ji aliyê dadgeha dewleta Îranê ve bi sûcdariya ewlehî û belavkirina nerazîbûnan hate girtin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî yên Rojhilatê Kurdistanê, roja borî Mucteba Yawer û Mitefa Mhemedî du welatiyên Kurd ên navçeya Dêloran a bajarê Îlamê bi fermana dadwer hatin girtin û ji bo Girtîgeha Îlamê hatin veguhestin.

Hate ragihandin ku Mucteba bi sûcdariya siyasî û ewlehî û Mistefa jî bi sûcdariya belavkirina nerazîbûnê hatine girtin.

Her wiha dewleta Îranê her du Kurd li hûcreyên yek kesî ragirtin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye