NY: Ji Siweydayê 176 hezar kes koçber bûne

Saziyeke Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ji 13’ê tîrmehê ve ji ber êrişên hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, 176 hezar kes ji Siweydayê koçber bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Nûnerê Sûriyeyê yê Komîseriya Bilind a Kar û Barên Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) Gonzalo Vargas Liosa got, ji 13’ê vê mehê ve, di encama êrişên hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û çekdarên alîgirên wê de, nêzî 176 hezar kes ji Siweydayê ber bi Dera û gundewarê Şamê ve koçber bûne.

Gonzalo diyar kir ku komîseriyê û hevkarên wê xebatên xwe yên belavkirina pêdiviyên awarte, desteka derûnî û lênerîna taybet a zarokan zêdetir kiriye.

Nûnerê UNHCR destnîşan kir ku komîseriyê û hevkarên xwe li Sûriyeyê, pêdiviyên awarte li 3 hezar û 570 koçberî belav kirine.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24