Li Hesekê navenda Arî ji sala 2019 an de ava bûye

Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, navendeke tendurstî ku berî 6 salan ji koçberên Serê Kaniyê re hatibû vekirin, niha pêşwaziyê li her kesî dike û beşek ji vê navendê bi riya bijîşkiya xwezayî nexweşiyan çareser dike.Navenda Arî ji aliyê Weqfa Jina Azad a Suriyeyê ve hatiye vekirin û ji 3 beşan pêk tê, li her du beşên zarok û jinan, derman bê pere ji nexweşan re tê pêşkêşkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Mueyeneya Bijîşkan gelekî buha bûye û Mesrefên dermankirinê gelekî zehmet e, ji ber wê nexweş berê xwe didin Bijîşkiya Xwezayî.

Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, Navenda Arî ya Tendirustiyê, di cotmeha 2019 an de, ji aliya Weqfa Jina Azad a Suriyeyê ve hat avakirin.

Navend, naxweşiyên zarok û jinan ji saet 8.30 heya 10.30 pêşwazî dike û ya Bijîşkiya Xwezayî jî ji saet 8.30 heya 2.30 e.

 

Navend ji bo koçberên Serê Kaniyê hatibû vekirin

 

Endama Komîteya Perwedê, Ruqeye Ebd ElGefûr diyar kir ku di dema koçberiya şêniyên Serê Kaniyê de, me wek alîkarî ev navend ava kir, lê niha ji bo hemû gelên Hesekê ye.

 

Li navenda Arî ya bajarê Hesekê 3 beş hene

 

Di navendê de sê beş hene, beşa zarokan, Jinan û Bijîşkiya Xwezayî, pereyekî gelekî kêm ji nexweşan tê standin.

 

Derman li beşên zarok û jinan bê pere ne

 

Berpirsa Dermanxaneyê, Ronîda Xelef anî ziman ku derman li her du beşên zarok û jinan bê pere ne.

Bijîşka Beşa Bijîşkiya Xwezayî, Ehlam ElSayêd da zanîn ku di vê beşê de, nexweş bi riya çîçek, giya û tedawiya Fîzîkî tên dermankirin.

 

Navenda Arî hewl dide mirov li xwezayê vegere

 

Her wiha bal kişand ser girîngiya derûniya nexweşan û tekez kir ku gava yekemîn ji bo tendirustiyek baş, derûniyek baş e.

Hêviya xwe jî anî ziman ku gel li xwezayê vegere.

 

Bijîşkiya xwezayî li navenda Arî gelek nexweşiyan çareser dike

 

Ehlam ElSayêd got:" Gelek kes tên navendê û nexweşiyên dijwar wek: Vîtiligo, Keçelî, sorik û hwd, li vê navendê têne dermankirin.

Rojane ji 10 heya 30 kesan, serdana beşa Bijîşkiya Xwezayî dikin.

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24