Nexweşiya kezebê dibe sedema mirina 2 milyon insan

Li gorî daneyên sala 2023'an, salane li çar aliyê cîhanê nêzîkî du milyon insan ji ber nexweşiya kezebê dimirin. Ji bo parastina kezebê, li gorî lêkolîneran pêwîste rojane mirov rutînên weke werzîş, xwarina fêkî, sebze û paqijiya laş pêk bîne da ku jiyanek tendurist ava bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Her roj bi sîstem xwarin û vexwarina sebze, fêkî û kirina werzîşê piştgiriyê dide tenduristiya kezebê. Lewra ger mirov tenduristiya xwe baş meyze neke dibe sedema mirina insan.

 

Mirov çawa dikare tenduristiya kezebê bi parêze ?

 

Yek ji awayên herî hêsan ên parastina tenduristiya kezebê werzîşe. Destpêkirina rojê bi werzîşên wekî meş an bezê dikare bibe alîkar.

Aliyek din paqijîya kesane jî rolek giring di parastina tenduristiya kezebê de dilîz e. lazime dest bi sabûnê 20 çirkeyan werin şuştin.

Ji ber ku paqijiya ne rêk û pêk dikare vîrusên hepatît A û B belav bike, ku dibin sedema iltîhaba kezebê û birînan.

 

Feydeya qehwê ji bo kezebê çiye ?

 

Vexwarina qehweyê rêyek din a hêsan e ji bo tenduristiya kezebê. Lêkolînek di sala 2021'an de dît ku kesên ku qehweyê vedixwin, li gorî kesên ku venaxwin, xetera nexweşiya kezeba kronîk %21, xetera nexweşiya kezeba kronîk an rûn %20 û xetera mirina ji nexweşiya kezebê %49 kêmtir e.

Ji bo ku hûn van feydeyan bi dest bixin, rojane heta sê fincan qehwe vexwin. Ji qehweya xwe ya bê şekir kêfê bistînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye