Di serdemekê de ku teknolojî her hûrgiliyên jiyana me bi rê ve dibe, girêdabûna dîjîtal êdî sînorên herî metirsîdar derbas kirine.
Sendroma FOMO, fikarên kronîk û windabûna baweriya bi xwe, encamên vê pandemiya bêdeng in ku nifşê nû ber bi tecrîdeke kûr ve dikişîne.
Lêkolînên dawî nîşan didin ku torên civakî, ne tenê dema ciwanan, lê rasterast pergala mejî, xew û aramiya wan a derûnî dagir dikin.
Algorîtmayên torên civakî mîna TikTok û Instagramê, pergala dopamînê ya mejî "hek" dikin û ciwanan girêdayî ekranê dihêlin.
Ciwan rojane 5 -7 saetan li ser tora civakî winda dikin, ev yek sînorê tenduristiyê yê asayî (rojê herî zêde 2 saet) pir derbas dike.
Pispor û bijîşk hişyariyê didin ku torên civakî êdî wekî "madeyên kîmyewî" zirarê didin mejî û derûniya ciwanan.
Li gorî Lêkolînên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) û Navendên Lêkolînan, tora civakî û bi taybet vîdyoyên kurt û fîlteran, zextê li ser tenduristiya derûnî û baweriya bi bedena ciwanan dike.
Pergala dîjîtal heta ku bi hişmendî û di bin kontrolê de neyê bikaranîn, dê zirarên wê yên li ser derûnî, xew û pêşeroja ciwanan hîn kûrtir bibin.
Çareserî, ne dûrketina tam ji teknolojiyê ye, lê danîna sînorên sor.
Ji bo parastina nifşê nû, berpirsiyariya herî mezin dikeve ser milên malbatan ku sînorê ekranê kêm bikin û ciwanan ber bi jiyana rastîn û çalakiyên fîzîkî ve bikişînin.