Cîhana Teknolojiyê her diçe bi pêş dikeve.
Ev pêşketin bi qasî ku sudmend e ewqas jî zirardar e.
Lîstikên Robotên Mirovî yên Cîhanê yên duyemîn ji 22 heya 26ê Tebaxê li Pekînê tê lidarxistin.
Rêveberê Buroya Aborî û Teknolojiya Agahdariyê ya Şaredariya Pekînê da zanîn ku wê 666 tîm û 2 hezar 56 robot ji 16 welatan tevilî lîstikê bibin.
Rêveberiyê diyar kir ku dema robotvan bi ser bikeve, wê demê robot dikare rasterast ji qada pêşbirkê ber bi cihên kar ên cîhana rastîn ve biçin.
Rêveberiyê got ku di nav robotên beşdar de robotên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Almanya û Japonya hene.
Her wiha Brezîlyayê tîmek neteweyî ji pênc tîmên RoboCupê pêk tê, kom kiriye.
Çîn bi 641 tîm û 1975 robotan beşdar e
Çîn bi 641 tîm û 1975 robotan ji 157 şirîketan û 200 zanîngeh û saziyên lêkolînê beşdar e.
Organîzatoran got ku lîstikên îsal wê zêdetirî 30 çalakîyan di nav xwe de bigirin.
Pêşbirk wê li ser bingeha senaryoyan berfireh bibe.
Wê robot di karên wekî civandin, paqijiya malê, bersiva awarte û rêzkirina pirtûkên pirtûkxaneyê de werin ceribandin.
Yekem Lîstikên Robotên Mirovî yên Cîhanê, di Tebaxa 2025an de hatin lidarxistin.
Tê de 280 tîm û zêdetirî 500 robotên mirovî ji 16 welatan beşdar bûn.