Spanya difikire kampan ji bo komkirina koçberan ava bike

Hikûmeta Spanyayê difikire ku kampan ava bike ji bo komkirina koçberên ku ji Mexribê derbasî axa wê bûne. Her wiha hikûmetê diyar kir ku bi vê yekê ew armanc dikin nasname û lezandina vegera kesên ku mafê wan ê mayînê tune ye, tespît bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rayedarên Spanî difikirin ku kamp nêzîkî sînorê Ceutayê ava bikin ji bo komkirina koçberan û vegerandina wan ji bo Mexribê.

Di heman demê de tê gotin ku ev yek bi armanca piştrastkirina nasname û lezandina vegera kesên ku mafê wan ê mayînê tune ye, tê kirin.

Ev plan hîn nehatiye bicihanîn û avakirina navendên ragirtinê nayê wê wateyê ku hemû kesên amade wê jixweber werin dersînorkirin.

Ji ber ku divê rewşa wan a yasayî û daxwazên wan ên parastinê bi ferdî werin lêkolînkirin.

Li gorî hikûmeta Spanyayê, di pêla derbasbûnê ya di 30 û 31'ê tîrmehê de nêzîkî 72 hezar kes derbasî Ceuta bûne.

Berî ku di rojên pêş de nêzîkî 70 hezar kes vegerin Mexribê.

Lê serokê hikûmeta herêmî ya Ceuta Juan Jesus Vivas, dibêje ku bi hezaran kes hîn jî li bajêr in.

Juan Jesus Vivas diyar kir ku hin koçber li kolan û peravan radizên û êşa kêmbûna xwarin, av, stargeh û xizmetên tenduristiyê dikişînin.

Ji bo wê jî Vivas bang li hikûmeta navendî kir ku ji bo koçberan navendeke ragirtinê ava bikin.

Ger koçber bi awayekî neqanûnî jî derbasî Spanyayê bibin jî ew nikare hemû koçberan yekser dersînor bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye