YE`yê hewil dide Ûkrayna bêyî dengdan bike endam

Yekîtiya Ewropayê plan dike ku endametiya Ûkraynayê ya YE bêyî dengdanê pêk bîne. Ji bo pêk anîna vê planê pêwîstî bi qebûl kirina her 27 welatên endam heye.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Ji bo şikandina rewşa bêçare ya li ser berfirehkirina YE'yê, paytextên Ewropî li ser planekê nîqaş kirin. Ev plan wê rê bide welatên nû bêyî ku mafê wan yê dengdanê ya tam hebe, tevlî yekîtîyê bibin.

Ev yek ji bo lezbûna tevlîbûna welatên wekî Ukrayna, Moldova û Çiyayê Reş a yekîtîyê wê  were kirin.

Hate ragihandin ku pêşniyar hîn di qonaxên xwe yên destpêkê de ye û pêdivî bi qebûl kirina her 27 welatên endam heye.

Ev pêşniyar piştî nerazîbûnên Macaristan û hin welatên din ên li hember berfirehbûna YE`yê ya berî reformkirina mekanîzmayan hat, ji ber ku tirsa wê bandor li ser bazar û ewlehiya neteweyî bike hate pêşxistin.

 

 

Awusturya, Almana û Swed piştgirî didin projeyê

Ev plan wekî hewldanek ji bo derbaskirina astengiyên bi salan, nemaze ji ber rageşiyên di navbera Budapeşt û Brukselê de li ser piştgiriya ji bo Ukraynayê hatiye avakirin. 

Serokê Komîteya Karûbarên Ewropî ya parlementoya Almanya Anton Hofreiter got:

 "Divê endamên nû heta ku reform biqedin, mafê xwe yê weto`yê  bi awayekî demkî berdin.

Awusturya, Swêd û Almanya hemî hewl didin ku vê meylê pêş ve bibin, bawer dikin ku ew tenê rêya parastina rû bi rû hatina berfireh li hember bandora Rûsyayê ya zêde ye.

Wezîra Karûbarên Ewropî ya Awusturyayê Claudia Blackholm got:"Firehkirin divê zûtir û kêmtir burokratîk be, wekî din YE dê pozîsyona xwe ya li hember hêzên din ên li dora xwe winda bike."

Tevlîbûna Ukrayna û Moldovayê wekî beşek ji stratejiya Ewropa ya li dijî berfirehbûna Rûsyayê tê dîtin.

 

Li welatên Balkanên Rojava bêhêvîbûn zêde dibe

Berevajî vê, li welatên Balkanên Rojava, ku bi salan e li benda tevlêbûnê ne, bêhêvîbûn zêde dibe.

Serokkomarê Çiyayê Reş Jakov Milatovic got: "Welatê dawî ku zêdetirî deh sal berê tevlî bû Kroatya bû, di heman demê de Brîtanya ji wir derket.  ji ber vê yekê dem hatiye ku fikra yekîtiyê wekî hêzek kişandinê ji nû ve were vejandin."

Tê payîn ku Komîsyona Ewropî di demek nêzîk de wekî "pakêta berfirehkirinê" pêşkêş bike. pêşniyarên reformkirina mekanîzmayên biryarên YE`yê  ji bo amadekirina pêşwazîkirina endamên nû heye.

Lê belê, çavdêr ditirsin ku kêmkirina desthilatên endam yên nû dikare "astên endametiyê" di nav YE`yê de biafirîne, ku ev yek dikare yekîtiya bloka Ewropa bihejîne.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye