Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Sûriyê Tom Barack li ser hesabê xwe yê X gotareke dirêj a bi sernavê Sûriye û Lubnan: Gava Din Ber bi Aştiyeke Berfireh a Rojhilata Navîn, belav kir.
Barak: Vîzyona 20 xalî şerê li şerîda Xezzeyê bi dawî kir
Barak 13'ê Cotmeha 2025'an di dîplomasiya Rojhilata Navîn weke kêliyeke dîrokî bi nav kir û got: " Rêberên cîhanê li herêma Şarm el-Şêx ya Misrê civiyan, da ku piştgiriya vîzyona 20 xalî ya Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bikin. Vîzon ji bo ji nû ve avakirina herêmê, bidestxistina serfiraziya hevbeş û bidawîanîna şerê li Şerîda Xezzeyê bû."
Barak: Du beşên girîng ên mîmariya aştiyê hîn netemam in
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê destnîşan kir ku du beşên girîng ên vê mîmariya aştiyê yên ku behsa Sûriye û Lubnanê dikirin, hîn netemam in.
Barak: Sûriyê berxwedana rêziknameya herêmî ya nû temsîl dike
Barak da xuyakirin ku Sûriye, piştî salên şerekî wêranker û lawazker, sembol û ceribandinek ji bo berxwedana vê rêziknameya herêmî ya nû temsîl dike û wiha lê zêde kir: Tevna aştiyê nikare temam bibe dema ku yek ji kevintirîn şaristaniyên cîhanê di nav kavilan de be."
Barak: Qanûna Sezar armanca xwe ya exlaqî li dijî Rejîma Esed pêk anî
Tom Barack îddîa kir Qanûna Sezar armanca xwe ya exlaqî li dijî rejîma berê ya Esed pêk anî, lê niha ev ceza neteweyek ku li dû ji nû ve avakirinê ye, dixeniqîne û got: "Divê Meclîsa Nûneran dengdana betalkirina Qanûna Sezar bike û mafê gelê Sûriyeyê yê kar, bazirganî û hêviyê vegerîne.
Sûriye piştî 8'ê Kanûna 2024'an, êdî ne Sûriyeya 2019'an e û ne jî hikûmeta ku berê lê hukim dikir."
Barak: Sûriyê bi Îsraîlê re dest bi nîqaşên sînor kirin
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê dibêje: "Rayedarên nû yên Sûriyeyê têkiliyên xwe bi Tirkiye, Erebistana Siûdî, Îmaratên Yekbûyî yên Erebî, Misir û Ewropayê re, sererast kir û dest bi hewldanên lihevhatinê kirin.
Her wiha diyar dike hikûmeta Nû ya Sûriye di heman demê de, bi Îsraîlê re jî dest bi nîqaşên bi sînor kiriye.
Barak: Amerîka niha ji bo ji nû ve avakirinê ye
Raydaerê Amerîka soza di 30'ê Hezîranê de, wek guhertinek di siyaseta Amerîkî de, ji cezakirinê ber bi hevkariyê ve nirxand û got:
"Amerîka ne ji bo sînordarkirinê, niha ji bo ji nû ve avakirinê ye, .
Barack rakirina cezayan weke biryareke stratejiyek bi nav kir û got ku ew ji bo ji nû ve avakirina torên elektrîkê, pergalên avê, dibistan û nexweşxaneyan li Sûriyê tê hesibandin.
Barak: Betalkirina Qanûna Sezar dîrokê ji nû ve nivîsand
Di dawiya axiftina xwe de, Tom Barack anî ziman ku betalkirina Qanûna Sezar nayê wateya jibîrkirina dîrokê, lê belê ji nû ve nivîsandina wê ye.