Çavkaniyek duyemîn a nêzîkî artêşa Siûdî got:
"Ev demeke dirêj e ev yek di bin nîqaşê de bû, lê pêşketinên dawî yên li herêmê ew bilez kir."
Ajansa nûçeyan a Brîtanî Reuters jî diyar kir ku wan ev agahî ji bi çavkaniyên cûda piştrast kiriye.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan di 15`ê çileyê de diyar kir ku her sê welatan danûstandin kirine lê ti rêkeftin çênebûye.
Fîdan destnîşan kir ku armanca Tirkiyê "avakirina platformek ewlehiya herêmî ya berfirehtir e."
Herî dawî jî Erebistana Siûdî û Pakistanê ragihandin ku ew ê di sala 2025`an de peymanek parastinê ya hevbeş îmze bikin.
Vê daxuyaniyê bala xelkê kişand ji ber ku Pakistan tekane dewleta cîhana Misilman e ku xwediyê çekên atomî ye.